ROJNAMEY XEBAT 2017-03-15
5 ofîsên partî û saziyan li Rojava hatin girtin

Hat ragihandin ku li bajarê Dêrikê yê Rojava, asayîşê avahiyên partî û rêxistinên Encûmana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) girtin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, li bajarê Amûdê ofîsa Yekîtiya Ciwanan û li Hesekê jî, çend ofîsên ENKSê hatine girtin. Herwiha Asayîşê Rêveberiya Xweser li Dêrikê jî hemû partî, sazî û rêxistinên ENKSê û navendên wan girtin û qedexe kirin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, asayîşê ofîsên ENKS, PDK-S, Tevgera Ciwanên Kurd û Yekîtiya Jinên Kurdistanê girtin û asayîşê Ala kurdistanê ji ser wan ofîsan daxist. Di heman demê de li bajarê Amûdê jî, hêzên asayişê avêtin ser ofîsa Yekîtiya Ciwan û Xwendevanên Demokratîk a Kurdistana Rojava û ofîsa wan girtin.

 

 

 

S.G

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌