ROJNAMEY XEBAT 2017-03-15
Li Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 45 kes birîndar bûn

Li gorî agahiyên Ajansa Nûçeyan a Mêhr a Îranê Cîgirê Serokê Dermanê Zankoya Bijîşkî yê Eyaleta Kurdistanê ya Îranê Humen Qesrî diyar kir ku di rêûresmên pîrozkirina Çarşema Sor ên li Eyaleta Kurdistanê de 45 kes birîndar bûn.

Li Rojhilatê Kurdistanê di encama pîrozkirina Çarşema Sor de 45 kes birîndar bûn û hat gotin ku piraniya wan birîndaran ji bajarê Sine ne.

Li gorî agahiyên Ajansa Nûçeyan a Mêhr a Îranê Cîgirê Serokê Dermanê Zankoya Bijîşkî yê Eyaleta Kurdistanê ya Îranê Humen Qesrî diyar kir ku di rêûresmên pîrozkirina Çarşema Sor ên li Eyaleta Kurdistanê de 45 kes birîndar bûn.

Qesrî da zanîn ku heta niha 45 kes di rêûresmên Çarşema Sor de birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyan û derbirî ku piraniya wan birîndaran ji bajarê Sine ne.

Cîgirê Serokê Dermanê Zankoya Bijîşkî yê Kurdistanê dest nîşan kir ku piraniya kesên birîndar ji çavên xwe birîn bûne û got dibe ku çend kesên wan kor bibin.

Hêjayî gotinê ye ku li Îranê her sal êvara çarşemiya dawîn a salê rêûresmên Çarşema Sor tên lidarxistin û di van rêûresman de wek her sal agir tê pêxistin û teqemeniyên bi navê teqemeniyên newrozî tên bikaranîn

 

 

 

S.G

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌