ROJNAMEY XEBAT 2017-03-15
PDK: Em tawanên PKKê li Rojava şermezar dikin..Demildest ji Başûr derkevin

 Frakisyona PDKê di Parlamentoya Kurdistanê de derbarê siyaseta totalîtaryane ya PKKê li Rojavayê Kurdistanê, tawanên wê partiyê derheqê xelkê Rojava şermezar kir û ew hişyar jî kirin ku divê dest ji siyaseta xwe ya xerab berdin û êdî şermezarî û rûreşiya dîrokê ji xwe re neynin.

Frakisyona PDKê di daxuyaniyekê de ragihand: “Mixabin berdewamiya siyaseta PKKê ya totalîtarya li Rojavayê Kurdistanê gihîştiye asteke metirsîdar û bi eşkere her dengek ku li derveyî deng û siyaset û edyolojiyaya wan be, dijayetiya wî dikin û wî dengî qut dikin. Ji ber vê yekê jî niha binê zindanên wan tije mirovên azadîxwaz bûne. Şaxa PKKê li Rojavayê Kurdistanê û wek berdewamiya siyaseta xwe ya totalîtarya, li bajarên Rojavayê Kurdistanê êrişî ser ofîsên ENKSê kirin û ew ofîs girtin. Li hinek navedên ENKSê dilê wan bi girtinê rehet nebû û ew cih talan kirin û şewitandin û heta niha jî ew êrişa wan berdewam e. Ji ber ku endamên ENKSê dest ji baweriyên xwe û ji pêşmergayetiyê bernadin, rastî wan êrişan û gefên kuştinê û herwiha binê zindanan tên.”

Frakisyona PDKê di Parlamentoya Kurdistanê de wiha dibêje: “Ev siyaseta PKKê 2 sedem li pişt in; Yekem: Derketina rûyê metirsîdar ê edyolojyaya PKKê, ku li ser bengeha totalîtarya wê siyasetê distîne. Duyem: Sernekeftina projeya wan a siyasî li Rojavayê Kurdistanê û veşartina wê şikestinê bi êrişa ser wan aliyên siyasî yên ku wek PKKê hizir nakin.”

Li gorî daxuyaniyê, Frakisyona PDKê helwest û kiryarên PKKê şermezar dike û dibêje: “Em weke Fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê, ji bilî şermezarkirina wê tawana PKKê, herwiha em wan agahdar jî dikin, ku dest ji cîbicîkirina siyaseta tirsandina xelkê bînin û ji wê zêdetir şermezarî û rûreşiya dîrokî ji xwe re tomar nekin, çimkî cîbicîkirina ew viyan û siyasetên wisa, ji serşorî û şermezariyê zêdetir tiştekî din jê şîn nabe û di dawiyê de jî dê bikevne ber xezeba gel”.

Frakisyona Partiya Demorkata Kurdistanê herwiha amaje bi wê yekê kiriye, ku PKKê 515 gundên Başûrê Kurdistanê ji her sê parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê xistiye bin kontrola xwe û ji ber wê yekê bûye sedema malwêraniyê û ji ber wê yekê jî daxwaz dike, ku divê PKK di demek herî nêzîk de ji deverên Başûrê Kurdistanê derkeve.

Li ser vê mijarê, Frakisyona PDKê wiha dibêje: “PKKê li Herêma Kurdistanê, ji ber dagîrkirina 515 gundan, ku 304 ji wan li parêzgeha Duhokê û 177 gund li parêzgeha Hewlêrê û 34 gund li parêzgeha Silêaniyê ne, bûye sedema kawilkariya wan gundan û ji ber wê jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê nekariye weke pêwîst xizmetguzariyên pêwîst ji wan re dabîn bike, ji ber wê jî ew dagîrkarî jî ne tenê binpêkirinek li hember serweriya Herêma Kurdistanê û sazî û dezgehên wê ye, belku tawanek jî li dijî hevwelatiyên Herêma Kurdistanê bi giştî û gundnişînan bi taybet ye û rêgirî li hember proseya avedankirina welat e. Ji ber wê baştirîn rê ev e ku herî zû Herêma Kurdistanê biterkînin”.

Di dawiya vê daxuyaniyê de jî hatiye gotin: “Ezmûna çend salên bihorî selimandiye, ku PKK li her cihekî be, ji bilî wê ku nikare li gel ti kes û aliyekê li hev bike û keseskî din qebûl nake, belku bi hemû hêza xwe jî hewla têkdana dirûşta jiyana welatiyên jî dide û rêgiriyê li avedankirinê jî dike”.

 

 

 

 

S.G

 
çap kirdin   Share GERANEWE‌