ROJNAMEY XEBAT 2017-03-14
ENKS: Hebûna pkkê li Şingalê metirsîdare

Serokê civata nîştimaniya Kurd li Sûriyayê ( ENKS) Îbrahîm Biro diyar kir ku ew weke ENKS beşdarî di civînên vê carê yên li Astanayê nakin jiber ku civînên vê carê taybetên bi karûbarên leşkerî yên li Sûriyayê.

Îbrahîm Biro herwiha diyar kir ku ENKS weke beşek ji prosesa siyasiya Sûriyayê di civînên berê yên Astanayê de beşdar bûye û civînên îro û sibê jî domandina heman civînên berê ye lêbelê di çarçoveyeke leşkerî de lewre ENKS di civînên îro û sibê de amade nabe.

Derbarê hebûna YBJ ya ser bi pkkê li devera Şingalê jî Biro diyar kir ku ew weke ENKSê hebûna pkk û hêzên ser bi pkkê li Şingalê bi pêngaveke metirsîdar dizanin û mimkune di pêşerojê de hebûna pkkê li vê deverê bibe sedema alozî û arîşeyên mezin.

 

 

 

S.G

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌