ROJNAMEY XEBAT 2017-01-10
PKK ji Şingalê venekşe dê egerên din çêbibin

 Parlemanterê PDKê li Iraqê Şaxewan Ebdulah ragihand ku, Tirkiye Hikûmeta Iraqê hişyar kiriye û ew xistiye pêşiya berpirsyaretiyê ku nabe êdî alîkariya PKKê li Şingalê bike û divê PKK ji wê deverê derxîne.


Endamê Parlemantoya Iraqê Şaxewan Ebdulah ji malpera KDP.info ragihand: “Di xalekê ji xalên rêkeftina ligel Iraqê de Tirkiyê daxwaz ji Bexda kiriye ku ti hêzên neyarên Tirkiyê li ser axa Iraqê nemînin, helbet bi vê yekê berpirsyaretî xistiye ser milê Bexdayê de ku divê PKK ji Şingalê derxîne. Eger Bexda jî wê yekê neke, Tirkiye hêza xwe ji Başîkê venakşîne. Herwiha eger Bexda û PKK wê daxwaza Tirkiyê cîbicî nekin dê egerên din rû bidin û me jî gelek caran gotiye ku mana PKK li Şingalê ziyanê dighîne hemû Kurdistanê û nabe Şingal bibe cihê hevrikiyên welatan, lewma jî baştirîn çareserî ew e ku PKK ji Şingalê vekşe û Pêşmerge bi tenê parastina wê navçeyê bike.”


Wî parlemanterê PDKê wiha got: “Hikûmeta Iraqê roj bi roj zêdetir pere û alîkariyan dide PKK, ew jî roj bi roj cihê xwe li Şingalê qayîmtir dikin, lewma divê Bexda dest ji wê yekê berde, da ku ew pêngavên wê nebin birsgirêk ji siberoja Şingalê. Herwiha li gorî destura Iraqê jî, nabe ti hêzeke biyanî li ser axa Iraqê hebe, lewma jî ew tişta ku Bexda dike bnedesturî ye.”

 

 

 

 

 

Sîpan

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌