ROJNAMEY XEBAT 2017-01-10
Mûsa Keval: PKK ji Şingalê venekşe dê destêwerdan çêbibin

 Pispor di karûbarê Rojava û Bakurê Kurdistanê de Dr. Mûsa Keval dibêje, ti karekî PKKê li Şingalê tune ye û ti sûda wê jî bo xelkê wê deverê tune ye, lewma jî yan baş ku zû ji Şingalê derkeve, ji ber ku eger venekûe dê destêwerdan di wê navçeyê de çêbibe.


Dr. Mûsa Keval dibêje, pêwîst e di zûtirîn dem de PKK ji Şingalê vekşe, ji ber ku ti karekî wê li Şingalê tune ye, helbet mana wan li wir dibe sedema destêwerdana welatan di karûbarê wê navçeyê de.


Keval ji malpera KDP.info re ragihand: “Pêwîst e PKK zû ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêkeftinê bike û ji Şingalê derkeve û nehêle ew navçe bibe bi pirseke herêmî û êdî Îran û Tirkiye û Iraq bên û destê xwe têxin karûbarê Şingalê de.”


Wî pisporê Kurd wiha got: “Ya baş PKK ji Şingalê vekşe, ji ber ku mana wê li wê navçeyê dibe sedema pirsgirêkeke mezin di navbera Kurdan de û piştre dê Îran û Tirkiye û Bexda destê xwe têxin nava pirsê de û dê helwesta xwe bikin yek li dijî Herêma Kurdistanê û PKKê jî.”


Dr. Mûsa Keval ragihand: “Ti karekî PKKê li Şingalê tune ye û ti sûdek ji hebûna wê li wê navçeyê bo xelkê Şingalî tune ye. Baş e Şingal beşek e ji Herêma Kurdistanê, ma karê PKKê li wir çi ye? Lewma jî pêwîst e ji wir derkeve.”

Sîpan
 
chapkrdn   Share GERANEWE‌