ROJNAMEY XEBAT 2017-01-10
Xaça Sor: Kurdistan li navçeyê mînakeke bilind û binirx e

 Di cîvîna xwe de ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokê Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor ragihand ku Herêma Kurdistanê bi rêzgirtina xwe li yasayên navdewletî kariye bibe mînakeke bilind û bi nirx li navçeyê.

 

Îro 10-1-2017 li Pîrmam, Serok Barzanî pêşwazî li Pîter Mawrêr Serokê Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor û şanda pê re kir.

 

Di wê hevdîtinê de Serokê Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor behsa bûyerên bilez ên navçeyê û operasyona rizgarkirina Mûsilê û koçberiya xelkê wê parêzgehê ber bi Herêma Kurdistanê ve kir û ragihand ku rêxistina wan van astengiyên ku hatine pêşiya Kurdistanê ji ber rewşê fêm dike, lewma jî ew dixwazin çalakiyên xwe zêdetir bikin, ew jî bi awayekî ku ligel guhertinên nû de biguncên.

 

Şanda mêvan spasiya gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku di çend salên borî de pêşwazî li hejmareke zêde ji koçberan kiriye û bê cudahî pêkhateyên olî û neteweyî ji gefên terorîstan parastine.

 

Herwiha Pîter Mawrêr spasiya Serok Barzanî kir ku tevî navçe di şer de ye ligel dijminekî ku ne yasa û ne jî ti nirxekî dizane, lê di heman demê de li ser fermanên Serok Barzanî, Hêzên Pêşmerge pêbendî yasayên navdewletî û bingehên mafê mirovan bûne.

 

Mawrêr ragihand: “Em fêm dikin ku çiqasî zehmet e Kurdistan di şerekî wisa dijwar debe, lê tevî wê yekê jî we hêzên xwe agahdar kirine ku rêz li yasayên navdewletî bigrin. Rêz û hurmeta me ji Kurdistanê re heye ku kariye bibe mînakeke bilind û binirx li navçeyê. Ji bo vê yekê jî em pîrozbahiyê li Serok Barzanî dikin ku di dema şer de jî bi ferman û rênmayên xwe kariye vê pêgehê bo Herêma Kurdistanê bidestve bîne. Ji aliyekî din ve, em spasiya Hikûmeta Kurdistanê dikin ku alîkariya nûner û çavdêrên me kiriye di serdana gitîxaneyên Kurdistanê de.”

 

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî da zanîn ku ew şanaziyê bi helwesta rêxistina Xaça Sor li hemberî Kurdistanê dikin. Herwiha tekez kir ku ew şanaziyê jî dikin ku tevî rewşa xerab a aborî li Kurdistanê, lê Kurdistan bû cihekî aram ji koçberan re.

 

Serok Barzanî ragihand ku piştî bidawîhatina gefên terorîstan û pûçkirina bom û mayînan û gihandina xizmetguzariyan dê ew koçberên ku deselata DAIŞê qebûl nekirine û berê xwe dane Kurdistanê, dê bikaribin vegerin ser mal û warê xwe. Lê ew kesên ku alîkariya DAIŞê kirine û ji pişt ve xencer li Pêşmerge dane, em qet dest ji wan bernadin û dê çarenivîsa wan heman çarenivîsa DAIŞê be.

Sîpan
 
chapkrdn   Share GERANEWE‌