ROJNAMEY XEBAT 2017-01-10
Hikûmeta Kurdistanê û Xaça Sor tekez li ser alîkaiya hevbeş dikin

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Serokê Komîteya Xaça Sor a Navdewletî ICRC kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan tekez li ser alîkariya hevbeş kirin.


Roja Şemî 10-1-2017 Neçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma kurdistanê pêşwaziya Peter Morier Serokê Komîteya Xaça Sor a Navdewletî (ICRC) û çandeka pê re kir.


Şanda mêvan bi spaskirina karasanî yên hikûmetê ji bo serdan kirina kempên koçberan û girtîgehan, pêdagirî li ser vê yekê kir pêwîst e civaka navdewletî bi awayekê pitir alîkariya koçberan li Herêma Kurdistanê bike, ji ber ku pêşbînî dihê kirin hijmareka zêde ya koçberan ji ber rewşa na arama deverên xwe di nava kempan de bimînin.


Her wiha xuya kir ew wek Komîteya Xaça Sor a Navdewletî hewl didin bi alîkariya saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêkxistinê din, kursên şiyariyê derbarê xweparastin ji mayin û teqînan ji bo koçberan vekin, bo vê yekê bikarin li dema vegra ji bo deverên xwe, xwe li hember mayin û teqînan bioarêzin.


Serokwezîrê Herêma Kurdistan ji aliyê xwe ve, bi spas kirina vê serdanê û kar û çelengî yên Komîteya Xaça Sor a Navdewletî, berhev bûna hikûmetê, bi taybetî Wezareta Navxwe ji bo hemû awayên alîkarî û kar hêsanî ji wan re xiste berçav.


Her wiha hêvî xwest Komîteya Xaça Sor a Navdewletî ji bo pirsa rêvebirina kempan û pêşkêş kirina xizemtên pitir ji wan re û li ber çav girtina pîwanên navdewletî li girtîgehên Herêma Kurdistanê hizrên baş pêşkêş bike.


Her du aliya li dawiyê bal kişandine ser operasiyona azadkirna Musilê û hatina hijmareka zêde ya koçberan ji bo Herêma Kurdistanê û misoger kirina asayiş û xizmekarî ji wan re.


 

 

 

 

Sîpan

 
çap kirdin   Share GERANEWE‌