ROJNAMEY XEBAT 2017-01-10
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Komîteya Navneteweyiya Xaça Sor kir

Roja sêşem 10.01.2017 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Peter Mawrêr Serokê Komîteya Navneteweyiya Xaça Sor û şandekî li gel kir.

 

Li hevdîtinê de Serokê Komîteya Navneteweyiya Xaça Sor ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasî Serok Barzanî kir û ji bilî balkişandina li ser rûdanên bi lez yê navçeyê û operasyona azadkirina Musilê û koçberbûna hejmareke zêdetirê xelkê navçeyê, wê yekê bi Serok Barzanî ragihand ku rêxistina Xaça Sor wan gefan têdigihe ku bi sedema wê rewşê ve rûbirûyê Herêma Kurdistanê bûne û dixwazin çalakiyên xwe zêdetir bikin bi coreyek ku li gel guhertinên nû li hevbê.

 

Serokê Komîteya Navneteweyiya Xaça Sor spasî gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir ku her çende di demên derbasbûyî da mîhvandariya sedan hezar koçberan kirine û pêkhatên neteweyî û olî ji gefên terorîstan parastiye, li gel operasyona azadkirina Musilê da jî hejmareke zêdetirê koçber rû li Herêma Kurdistanê kirine û li wargehan da hatine nîştecîh kirin.

 

Li beşekî dinê axaftina xwe de Serokê Komîteya Navneteweyiya Xaça Sor spasiyên xwe û rêxistina xwe bi Serok Barzanî ragihand ku ji bilî wê yekê ku navçe li şer daye û dijmin jî hîç yasa û bihayek peyrew nake, lê belê Serok Barzanî rênimayiyên berdewam daye hêzên Pêşmerge û hêzên emniyan ku pabendî yasayên navdewletî û bingehên mafên mirov bin û ragihand: Em têdigihin ku çend dijware li şerekî bi vî awayî da û li gel dijminek ku rêz li hîç yasa û bihayek nagrê, ku we berdewam hêzên xwe agahdar kirine rêz li yasayên navdewletî bigrin û eve li cem me cihê balkêşî û rêz û pêzanîne û em bawerin Herêma Kurdistanê li vî warî de kariye li navçeyê da bibê mînakeke bilind û ji bo eve jî pîrozbahiyê li Serok Barzanî kir ku di dema şer da jî bi rênimayiyan kariye wê pêgehê ji bo Herêma Kurdistanê desteber bike.

 

Li dirêjahiya axaftina xwe de, Serokê Komîteya Navneteweyiya Xaça Sor, asta peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel rêxistina wan bilind nirxand û spasî Wezareta Navxweya Herêma Kurdistanê kir ku li bi cîhkirina erk û karên rêxistinê wan de hevkarî û hêsankariyê pêşkêş dikin û her wiha hêsankarî û hevkariyên girtîxaneyên Herêma Kurdistanê jî bilind nirxand di dema serdana nûner û çavdêrên rêxistina wan ya girtîxaneyên Herêma Kurdistanê û hêvî xwest ew hemahengiya rêxistina wan li gel her dû Wezareta Pêşmerge û Navxwe de berdewam bê.

 

Peter Mawrêr Balkişand wan gefan jî ku berev rûyê koçberan bûye li vegerana wan ya navçeyên wan bi sedema asewarên şer û daxwaz ji Serok Barzanî kir li vî derbarî de berçavrûniyê bide wan ku çawa bikarin hevkar bin.

 

Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û destxweşiyê li erk û karên rêxistina wan kir û pêşwaziyê li hewl û çalakiyên wan kir ku wekî çalaktirîn rêxistine li warê hevkariya mirovî û helwest û nêrînên wan beranber bi Kurdistanê bi şahidiyekî adîlane û cihê şanaziyê da zanîn û piştrast jî kir ku Herêma Kurdistanê herdem amadeye gûh bide rasparde û rênimayiyên wê rêxistinê û hemahengiyeke zêdetir jî li navbera her dû aliyan da hebê.

 

Serok Barzanî di derbarê rewşa koçberan û çawayiya vegerana wan ya li ser warên xwe ragihand ku ji bilî rewşa xerapa aborî û nebûna hevkariyên pêwîst ji bo koçberan, ku bûye bargiraniyeke zêde ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê, lê belê cihê şanaziye ku Kurdistan bûye penageha koçber û netewe û olên cûda cûda û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemû şiyanek ve yarmetiya koçberan dide.

 

Serok Barzanî eve jî ji bo şanda mîhvan ronahî kir ku ew navçeyên hatine azad kirin bi sedema hebûna zêdeyê teqemenî û bombên çandî hê jî ne cihê baweriyê ne, her wiha bi sedema şer ve xizmetguzariyên seretayiyên jiyanê li wan waran nemane û bi vî awayî jî ne cihê jiyanê ne û koçber nikarin vegerin û paqij kirin û avadankirina wan waran pêwîstî bi hewlekî navdewletî û hemû aliyan heye.

 

Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku ewan hukma Da'îşê qebul nekir û hêviya xwe bi Kurdistanê anîn, piştî nemana gefên terorîstan û pûçkirin û nehiştina teqemenî û bombeyên çandî û gihandina xizmetguzariyan, dikarin vegerin cihên xwe. Lê belê di destpêka êrîşa terorîstên Da'îş ya li ser Kurdistanê, hinek kesên ku nivistiyê li ser milê Da'îşê bûn li wan navçeyan bûne hevkarê Da'îş û ji pişt ve xencerê li Pêşmerge dan û bi wê sedemê jî me ziyaneke zêde da, ji bo wê yekê ew nayên bexşîn û çarenûsa wan heman çarenûsa Da'îş dibe.

 

Di dawiya hevdîtinê de Serokê Komîteya Navneteweyiya Xaça Sor spasî Serok Barzanî kir ji bo rûnkirinan û tekez jî kir ku ew hewl didin ji bo wê yekê ku hewleke hemû aliyane hebê ji bo vegerandina jiyanê li navçeyên azadkiriyan û wekî hengavekî pêwîst jî bi niyazin navendeke dirustkirina dest û lingên destkird dabimezrênin heta bikarin li vî warî de hevkariya wan kesan bikin bi bi sedema bomb û teqemeniyên terorîstan ve dest û lingên xwe ji dest dane.

M.M.

 
çap kirdin   Share GERANEWE‌