ROJNAMEY XEBAT 2017-01-09
Kurdistan bûye xwedî asteke bihêz li ser asta navdewletî”

 Sekreterê Giştî yê Partiya Yekîtiya Neteweyî ya Demokrat li Kurdistanê Xefûr Mexmûrî dibêje, Herêma Kurdistanê niha li ser asta navdewletî bûye xwedî pêgeheke bihêz e, lewma jî pêwîst e aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê pirsgirêkên xwe bidin aliyekî û sûd ji vê derfetê bibînin.

Xefûr Mexmûrî ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro pêgeha Herêma Kurdistanê pir girîng e û welatên cîhanê pir bi giringî li Herêma Kurdistanê dinerin, serdana berpirsên welatan jî wê pêgeha girîng û bihêz eşkere dike, herwiha ew welat dizanin ku êdî Herêma Kurdistanê bûye dîfakto û îtîrafê jî bi Kurdistanê dikin.”

Mexmûrî wiha got: “Pêwîst e aliyên siyasî kêşe û pirsgirêkên xwe bidin aliyekî û sûdê ji vê pêgeha bihêz a Herêma Kurdistanê werbigrin û perjewendiyîn neteweyî û niştimanî di ser her tiştî re bibînin, ji ber ku derfeteke pir baş hatiye pêşiya me û divê em ji destê xwe bernedin.”

 

 

 

 

 

Sîpan

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌