ROJNAMEY XEBAT 2017-01-08
Hewlêr û Enqere tekez li ser berfirehkirina pêwendiyên xwe kirin

 Di hevdîtina navbera Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim de tekez li ser berfirehkirina pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat kirin.


Îro danê sibehê 8-1-2017 Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim û şanda pilebilind a pê re, ku ji çend wezîrên hikûmeta wê pêk dihat, kir.


Di wê hevdîtinê de, ku hejmarek berpirsên Herêma Kurdistanê tê de amade bûn, şanda mêvan kêfxweşiya xwe bi serdana Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez kir li ser berdewamiya şêwir û hevdîtin û civînên di navbera Tirkiye û Iraq bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî.


Herwiha şanda mêvan behsa wan mijaran kir ku li cem herdu aliyan girîng in, mîna şerê li dijî terorîstên DAIŞê û parastina asayişa Tirkiye û Herêma Kurdistanê. Heriwha di civînê de herdu aliyan nêrînên xwe li ser pêşhatên dawî yên opozisyona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞê û dilgiraniyên li hemberî hebûna PKKê li Şingalê nîşan dan.


Derbarê pêwendiyên di navbera Herwlêr û Enqere de jî, herdu alî hevnêrîn bûn ku pêwîst e pêwendiyên wan di hemû waran de berfirehtir bibin û ew girêkên ku nahêlin ew pêwendî bên bihêzkirin, nemînin.


Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Kurdistanê piştî ku bihêrhatina Serokwezîrê Tirkiyê û şanda pê re kir, ragihand ku ev serdana şanda mêvan di demeke guncayî de bû, nexasim ku serdana Bexda û Hewlêrê bihevre hat kirin. Nêçîrvan Barzanî spasiya Tirkiyê jî kir ku dema borî de roleke mezin dîtiye di alîkariya Herêma Kurdistanê de ji aliyê mirovî û dermankirina pêşmergeyên birîndar de.


Serokwezîr Barzanî hêvî jî xwest ku pêwendiyên di navbera herdu aliyan de di hemû waran de zîdetir berfireh bibin. Herwiha da zanîn ku Herêma Kurdistanê dikare sûdê ji reforim û çaksaziya welatê Tirkiyê di warê tendirûstiyê de werbigre.


Bihêzkirina pêwendiyên di navbera Hewlrê û Enqere de di warê perwerde û xwendin û sûd wergirtin ji sîstem û pergala perwerde û xwendina bilind a Tirkiyê û herwiha pêşxistina têkeliyên enerjiyê, hin mijarên din ên wî civînê bûn.

 

 

 

 

Sîpan

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌