ROJNAMEY XEBAT 2017-01-04
Du welatên din konsulxaneyên xwe li Hewlêrê vedikin04.01.2017 | 15:25

Berpirsê fermangeha peyvendiyên derve yê hikûmeta Kurdistanê ragehand, ku welateke Ewrûpî û welateke Asyayê konsulxaneyên xwe li Kurdistanê vedikin.

Naha 34 welat peyvendiyên xwe bi awayê fermî li gel Kurdistanê ava kirine, ku 30 ji wan konsulxaneyên xwe yên giştî, konsul û buroya balyozxane û çar ji wan jî konsulên fexrî hene.

Berpirsê fermangeha peyvendiyên derve yê hikûmeta Kurdistanê Felah Mistefa daxuyaniyekê da ragehand, Ermenîstanê biryar daye balyozxane li Kurdistanê veke û em li benda vekirina wanin.

Li gor gotinên Felah Mistefa Nemsa ango Avusturya ku welateke Ewrûpiye, buroya bazirganiyê li Kurdistanê vekiribû, lê naha biryar daye konsulxane veke û em li benda hewldanên balyozxaneya Nemsayê ya Iraqê ne.

Sîpan
 
chapkrdn   Share GERANEWE‌