ROJNAMEY XEBAT 2017-01-04
Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştîvaniya Fransayê giring dinirxîne

Serokê Fransayê Francois Hollande û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Balafirgeha Hewlêrê, 2 Çile ya 2017

Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, serdana Serokê Fransa ji bo Herêma Kurdistamê bi serdaneka dîrokî daye zanîn ku "Francois Hollande yekem serok komar e li demê desthilata xwe du caran serdana Herêma Kurdistanê kiriye".


Sefîn Dizeyî li daxuyaniyeka taybet ji bo Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand: "serdana Hollande ji bo xuya kirina piştîvaniya Fransa bo Herêma Kurdistanê bû, bi taybetî li şerê dijî terorîstên DAIŞê".


 Ev yeke jî got: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkarî û piştîvaniya serbazî, dîplomasî û mirovî yên Fransa ji bo Herêma Kurdistan giring dinirxîne".


Serokê Fransayê Francois Hollande Roja 2 Çile ya 2017 li Balafirgeha Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û berpirsên pile bilind yên Herêma Kurdistanê  bi awayekê hêja pêşwazî jê re hate kirin û her wiha serdana Hêzên Pêşmerge li Çiyayî Zertik jî kir.


Serok Hollande û Serok Barzanî bi amade bûne berpisên her du aliyan civiyan û  behsa şerê terorê û operasiyona Musil û alîkarî yên Fransa ji bo Herêma Kurdistanê li şerê dijî DAIŞ û pirsa koçberan û hin babetên din kirin.


Piştî civînê ji, konferanseka rojnamavanî saz kirin û Hollande xuya kir: "Em serbilind in bi vê erkê ku Pêşmerge heye û pêwîst e em  bi hev re ji bo nehêştina terorê kar bikin, ji ber ku ew ne tenê erkê Pêmerge ye, belkû erkê me hemûyan e".


Her derbarê rola pêşmerge ragihand: "Heger Pêşmerge nebûya, zehmet bû navçe bihên rizgarkirin û DAIŞ têk biçûya".


Hollande ev yeke jî got: "Fransa beşdarê operasyona rizgarkirina Mûsilê dibe û pêwîst e plana me ji bo pêşeroja Mûsilê hebe".


Wezîrê Berevaniya Fransa Jean-Yves Le Drian û hijmarek berpisên din hevrê yên Serok Hollande ji bo Herêma Kurdistanê û Îraqê bûn.


Francois Hollande cara yekem li sala 2014 serdana Herêma Kurdistanê kir, her wek Serokê Herêma Kurdistanê ev serdan giring zanî û jê re got: "li demekê terorîstên DAIŞê êriş dikirine ser Kurdistanê, Serok Hollande serdana Hewlêrê kir".


 

 

 

 

Sîpan

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌