ROJNAMEY XEBAT 2016-12-18
Çîrok û Dîroka Ala Kurdistanê

 

Konê Reş


Di roja 9/6/1999 an de, serokatiya encûmenê wezîran di hikûmeta herêma Kurdistanê de pirojeyê bilindkirina (Ala Kurdan) pêşkêşî perlemanê Kurdistanê kir, endamên perlemento jî bi yek dengî ev piroje pejirandin...

Ala Kurdan: Ev Ala ku ji jêr ve  rengê keske, ji ortê ve rengê sipîye û rokek di nav de diçirise û ji jor ve  rengê sor e.

Bi ragihandina vî pirojeyê pîroz re, gelek bûyer hatin bîra min: Bûyrên ku bi Ala Kurdan ve girêdayî ne û pêre pêre ez li sala 1918an vegerîyam. Ev sala ku Ala Kurdan têde hatiye damezirandin.

Di destêka sala 1919an de, di civîneke (Komela Tealî Kurdistan) de li Stenbolê, bi serokatiya serokê wê yê duyemîn (Mîr Emîn Alî Bedirxan), biryar hat standin ku xaka Kurdistanê ji hêzên Tirk û biyaniyan rizgar bikin û serxwebûna Kurdistanê diyar bikin. Ew Kurdistana azad û serbixwe Alek jêre divîbû, hingî di wê civînê de Emîn Alî Bedirxan û hevalên xwe rengên Ala Kurdistanê bijartin, amade kirin û Ala Kurdan danîn (Eynê vê Ala niha). Da ku piştî qewirandina hêzên Tirk û biyanîyan, wê Alê di asmanê Kurdistanê de bilind bikin..

Lê mixabin, çendî car wê Alê divabû xwe aşkere bike, nedihat eşkerekirin û şerê wê bi tundî dihat kirin. Wê Alê jî, ji cihê xwe yê veşartî nedihşit ku neyarên wê têr razên..  û tevî vê rewşa xerab û aloz, vê Alê du sê carî asmanê Kurdistanê bi rengên xwe xemilandiye û dilê welatiyên xwe xweş û geş kiriye; cara pêşîn di serê adara 1921an de bû, dema ku şehîdê leheng Elîşer û Dr. Nûrî Dêrsimî ev Al li Emraniya Dêrsimê, li ser çiyayê Qoçgîrê bilindkirin. Cara duyem di sala 1927 _ 1930an, de bû, di van her du salan de jî,  ev Al, ji rex ceneral Ihsan Nûrî Paşa û hevalên wî ve li ser çiyayê Aararatê hatiye bilindkirin, cara sêyem di roja 22 /12 /1946 an de, di roja beyankirina komara Demokrat li Mehabadê, ev Al ji rex Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî ve di navtara Çarçira de hatiye bilind kirin. Lê mixabin, di van her sê caran de ev Al bi darê zorê hatiye daxistin û qedexe bûye...


Belê wek ku min got, cara çaran di roja 9/6/1999an de, bi erêkirina serokatiya encûmenê wezîran di hikûmeta herêma Kurdistana başûr de, bi rengekî fermî hatiye bilin dkirin. Û her wiha di roja 11.11.1999an de birayar hatiye standin, ku roja 17.12. ji her salê (Roja Ala Kurdistanê) be, ew roja ku yekemîn car li avaniya Tûtinê (Tibix û Tinbak) li Mehabad hat bilind kirin.

Belê di roja 17.12.2010an de, hikûmeta herêma Kurdistanê, bi rengekî fermî, keleha Hewlêrê bi Ala Kurdistanê xemilandiye û bi merasîmekî taybet, bi beşdariya cemawerekî bijarte de; ji berpirsên hikûmî, serokên zankoyan, zanyar û profîsonalên kurd, ev roj wek roja Ala Kurdistanê piroz kirine. Û di vê rojê de Dr. Elî Seîd wezîrê xwendina bilind û lêgerînên zanistî, Ala Kurdistanê li ser avahiya wezaretê bilind kiriye.. Ji wê roja ve, Kurdistanî li her çar perçeyên Kurdistanê, Sovyêta berê û penaberiyê 17ê meha 12 bi aheng û bîranîn pêşwazî dikin û vê rojê bi navê Ala Kurdistanê nas dikin.

Di sala 1932 an de Mîr Celadet Alî Bedirxan kovara xwe (Hawar), li Şamê diweşand, Mîr Celadet yek ji serokên komela Xoybûnê û şoreşa Araratê bû, wî di hejmara 5 an de helbestek bi navê (Ala Kurdan) weşandiye:

Alê Kurdan di nav rok

Çi bedew û bi heybet

Bi çar reng î, rengê te

Çi delal û çi xweşkok

Xêzek kesk û xêzek sor

Nav sipî û nîvek zer

Keskesore bi roje

Ev li jêr û ew li jor

Di hejmara 8 an de ji eynî kovarê (Hawar), birayê wî Dr. Kamîran Bedirxan jî, yek ji hîmdarên komela Xoybûnê û berpirsyarekî serhildana Araratê bû, wî jî helbestek li ser Ala Kurdan têde belavkir:

Ronahîya dil û çav

Diyarîya dê û bav

Pêsîra wê roj û tav

Spehîtiya ax û av

Ala Kurdan ser bi ser

Sor û gewre kesk û zer

Qehremanê Ceng û şer

Qublegehê mê û  nêr

Cayegahê can û ser

Afîtaba dar û ber

Ala Kurdan ser bi ser

Sor û gewre kesk û zer

Hêvîya xortan û mêr

Mihraba mizgeft û dêr

Şahê  evd û şahê şêr

Bi reng û bihne  zîv û zêr

Ala Kurdan  ser bi ser

Sor û gewre kesk û zer

Apo Osman Sebrî jî, di sala 1936an de helbestek bi navê Ala rengîn nivîsnd:

Min divê her tu bilind bî

Ala rengîn Kesk û zer

Him xweşî him ceng û rûmet

Tên zanîn ji sor û gewr

Dûr nêzîk ez ê te hildim

Tu yî xemla banê min

Ger bi vê derman mirin bî

Bo te gorî canê min

Sê salan bi te kêfxweş bûm

Agrî, Zîlan , Tendûrek

Li pêş suhna te bûne ax

Leşkerên turk lek bi lek

Dêrsim û Sasun û Pijder

Bo te xwînê dirjînin

Herçî xort in herçî kurd in

Bo te lavjan dibêjin

Leşker im bo te Ala min

Min divê gurmîn û şer

Duwanzde milyon bûne pandî

Bo te Kurdên pir Huner ..

Osman Sebrî. 1936 .


Cegwerxwîn jî di sala 1941ê de li ser Alê ji wiha gotiye:

Ala rengîn pîroz bî xweş

Te hildigrim diçim bi meş

Tu li ser milên xortên ciwan

Di nav te de yek rojek geş

Ala sê rengî tu

Bi nav û dengî tu

Nişan û cengî tu

Ey xortên kurdan

Silavê lê bikin

Îro, me tu kiriye himbêz

Rojek wê bê, te bikin rêz

Di eywana, li ser bana

Rojên şadî tu xemil û xêz

Kesik û sor û zerî

Sipî û gewherî

Nişana zeferî

Ey xortên kurdan

Silavê lê bikin.

Tevî xwînrijandina wek çem di şoreşa Araratê de û herifandina şoreşê, Mîr Celadet bê hêvî nebû, dilê wî ma bi ser (Ala Kurdan) ve û Ala xwe jibîr nekir.. Piştî helbesta xwe bi çend heyvan, gotarek bi navê (Welat, Welatînî û Al) di kovara xwe  Hawar ê de, hejmara 9 an de, weşand û têde got:

(Her milet xweyîyê alekêye, Al nişana milet û welête milet û welate, Tevayiya heyîna miletan di ala wan de civiyaye.

Al namûs, rûmet, bextê miletane, Zarowên her miletî ji bona bilindî û bikedirbûna ala xwe, bê perwa xwe didin kuştin, Ala her miletî jêre behaye. Di cejn û şahînetan de qesir, xanî û koçeyan pê dixemilînin, di ber wê re diborin, silavan lê dikin, wê maç dikin, datînin ser serê xwe.

Alên miletên bi serxwe, di ser kelat û bajarên wan re li pêl dibin, di rêvêeçûna leşkerî de divekin pêşiyê.

Lê alên miletên dîl, wek ya miletê me, ji her derê bi derkirî, Li hevtewandî, li ser dilê zarowên wan de hilandî ne.

Miletên dîl dixebitin, xwînên xwe dirjênin ko biyanîyan ji welatê xwe biqewirînin û alên xwe li ser kelat û bajarên xwe ji nû ve  daçikînin. Ala her miletî bi çend rengan û bi şiklekî dine. Ala Kurdan ji jor ber jêr ve, ser hev; sor, sip, û keske, di nava wê de roj diçirise. Divêt zarowên Kurdistanê bixebitin û rojekê barê vê rayê hilînin, ber bi ezmanê Kurdistanê ve bilind bikin, li wê bi birûskînin, welatê xwe ser avahiya xwe a pêşîn vegerînin û di bin tava wêre bi serxwe û bi kamiranî bijîn.  Mîr Celadet Alî Bedirxan).

Piştî van gotinên Mîr Celadet Alî Bedirxan, êdî nema zanim çi di pesnê Ala Kurdan û parastina wê de bibêjim... Tiştê ku ez dixwazim bibêjim eve: Piştî 97 salan ji danîna reng û amadakirina Ala Kurdan û 70 salan ji bilindkirina Alê.. Piştî bi dehan şoreşên bi xwîn, bi hezaran şehîd.. Va ji nû ve bi saya hikûmeta herêma Kurdistanê, bi saya welatîyên bi rûmet, dilsoz û wefadar, em Ala xwe di asmanê Kurdistanê de bilind dikin, roja wê bi nav dikin û bi hêvî ne ku em serbilind û serfiraz di bin siya wê de bijîn.

Eger Mîr Emîn Alî Bedirxan û hevalên xwe rengên Alê danîbin û şêx Mehmûdê hefîd, Ihsan Nûrî Paşa, Ferzende, Memdûh Selîm Wanlî, Hemze Begê Miksî û... hwd  li ser giriya bin, eger pêşewa Qazî Mihemed  ji bo wê hatibe bidarvekirin û Barzanîyê nemir ji bo wê sînorên bi xwîn derbas kiribin ta ku xwe gîhandiye Sovyêta berê, va îro bi saya welatîyên dilsoz û birûmet Ala me li ser xaka Kurdistana me bilind, bilind li ba dibe.. Hêvî û xewnên wan gorbuhîştiyan dibin rastî û  her bijî Ala Kurdan, bijî Kurd û Kurdistan.

 

 

 

Sîpan

 

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌