ROJNAMEY XEBAT 2016-07-11
Xesan Şerbel: Barzanî guleyeke jehrdar li dilê Peymana Saykes – Picotê daye

Sala 2005an bû. Piştî ku Mesûd Barzanî li gor destûra Iraqa piştî Sedam, wek serokê Herêma Kurdistana Iraqê hatibû hilbijartin, ez çûm serdana wî. Bûyereke bêhempa bû di dîroka gelê Kurd de. Xewna “Komara Mihabadê” ku kurdan ew li ser xaka Îranê damezrandibûn, mûma xwe ya yekem venemirandibû. Bi tesadufî jî Mesûd Barzanî li wir ji dayik bûbû.



Min camêr li jêr du alan rûniştî dît. Rika min a rojnamevanî hîşt ku ez bawer bikim ala Iraqê di mêvandariya ala herêma kurdî de dimîne. Dema min xatir xwest jî, min hest kir ku kurê Mela Mistefa Barzanî guleyeke jehrdar li dilê Peymana Saykes – Picotê daye, vê peymana ku beriya sed salî Kurd sêwî hîştin û ew li Iraq, Sûriyê, Tirkiyê û Îranê belav kirin.



Mesûd Barzanî hest bi dilgiraniya dewletên hawirdorê kir, lewma bi awayekî berçav muhafezekarî û realîzm praktîze kir. Lê diyar bû nexweşiya herêmê vegir e. Lewma jî, serok Beşar Esed pêşwazîkirina Mesûd Barzanî wek serokê herêmê red kir û dema piştî qewimîna bûyeran li Sûriyê, ev yek qebûl kir, lîderê Kurd got “Rewş êdî ne guncaw e.”



Kurdên Iraqê derfeta dîrokî ku ji biryara George Bush a hilweşandina rêjîma Sedam Hisên derket, zevt kirin. Vêga jî kurdên Sûriyê derfeta dîrokî ku ji parçebûna Sûriyê derdikeve, zeft dikin. Dema min duh daxuyaniya Serokê “Partiya Demokrat a Kurdî” (PYD) Salih Muslim ji rojnameya el Heyatê re xwend, ez piştrast bûm ku guleyeke kurdî ya din li Peymana Sayks – Picotê ket û vê carê ji “Rojava” ango “Rojavayê Kurdistanê” hatibû berdan. Bi vî awayî jî, em oxira Sûriyeya ku me ew nas kiribû bi xêr dikin wek çawa me berî niha oxira Iraqa ku me ew nas kiribû, bi xêr kiribû.



Ez texmîn dikim ku guleya kurdî ya duyem sultan neçar kir ku piyala jehrê nêzîkî devê xwe bike. Rast e qeyserê niha bihêz, êrişkar û dijminkar e, lê ya rastir ew e ku yê ji wî û ji “DAIŞê” xetertir jî hene. Receb Teyb Erdogan bawer dikir ku serkeftina bêkêmasî nêzîk e û bêgaviya wî ku li jêr wêneya Kemal Ataturk rûne, demkî û guherbar e, çimkî welatê wî têra du lîderan nake. Guleya kurdî ya duyem anî bîra wî ku hevrikê wî li Tirkiyê, di zindanekê ji zindanê wî de dimîne û navê wî Abdullah Ocalan e û şagirtên wî bi xwe bûne sedem ku çarenivîsa Sûriyê jî wek a Iraqê lê bê.



Desthilatdar xweçemandina li pêşiya dijminên derve tercîh dikin û hêvî dikin bi vî rengî zora xwe li ser dijminên hundir berdewam bikin. Rojekê Sedam ji birayê Mesûd, Îdrîs Barzanî re got: “Min neçar nekin ez xwe ji Îranê re kêm bikim.” Piştre Sedam bi rastî jî ev yek kir û Peymana Cezayîrê bi Tehranê re îmze kir û derbeke herî dijwar li tevgera kurdî xist. Di 1998an de, Husnî Mubarek serdana Şamê kir û ji Hafiz Esed re got, eger ew li ser vehewandina Ocalan berdewm bin, dê tankên Tirkiyê derbasî nav axa Sûriyê bibin. Sûriyê dev ji Ocalan berda û Ocalan ket tora sîxurên Tirkiyê ku wî birin zindana wî ya niha.



Beriya çend salan, Mesûd Brzanî şîret li Receb Teyb Erdogan kir da dest bi diyalogê bi Ocalan û grûpa wî re bike. Gotûbêjan dest pê kir û li ser hin xalan hat lihevkirin. Kurdên Tirkiyê wek fraksyoneke mezin di Parlamentoya Tirkiyê de diyar bûn. Lê niha Kurd dibêjin Erdogan sozên xwe bicih neanîn, lewra şer careke din derket. Bi baweriya hin kesan jî, sultan naxwaze dîrok navê wî wek serokê Tirk ê ku xwe li ber hin daxwazên kurdan çemand, tomar bike. Erdogan ji çavçepeliya neyarekî din jî ditirse ku navê wî Ataturk e.



Beriya salekê min li Brûkselê, diyalogek bi Salih Muslim re kir. Ew bi hebûna hevahengiyeke nihênî bi rêjîma Sûriyê re û bi semakirina ligel rêjîmê, dihat tawanbarkirin. Muslim ez mitûmat kirim dema got “Beis sedema wêranbûna Iraq, Sûriyê û navçeyê ye.” Herwiha got: “Rêjîma Sûriyê di sekeratên mirinê de ye” û wiha pê de çû: “Me Sûriyeya erebî û beisî ceriband ku malwêranî ji me re anî. Çima em Sûriyeya demokratîk û federal ku têra hemû pêkhateyên xwe dike, naceribînin?”



Li gor şert û mercên pîşeyê, nexasim di rewşa tevlîhev û bi xwîn a Sûriyê de, min bi hişyarî pêşwaziya gotinên Salih Muslim kir. Piştî salekê, rewş cuda xuya dike. Îro kurdên Sûriyê navçeyên xwe kontrol dikin tevî ku hîn hemû navçeyên xwe negihandine hev. Li van navçeyan mêvandariya sê navendên leşkerî yên amerîkî yên biçûk jî dikin û ofîseke wan a nûnertiyê li Moskowê heye û Moskow li ser xîmê federalîzmê, destûrek ji Sûriyê re amade kiriye.



Guleya kurdî ya duyem Erdogan dilgiran kir. Herwiha Îran jî dilgiran kir, çimkî gule muxatebeya kurdên wê jî dike. Dibe ku ev yek borrîna Artêşa Pasdarên Îranê li ser sînorên Herêma Kurdistan Iraqê jî zelal bike. Lîstik ji destê lîstikvanan derketiye. Vegerandina mîlên saetê ber bi paş ve ne hêsan e. Ji bo xeniqandina xewna kurdî û girtina rê li ber berdana guleyeke kurdî ya sêyem, pêwistî bi hevpeymaniyeke cidî di navbera Tehran, Enqere, Şam û Bexdayê de heye. Lê êdî dem dereng e û hevpeymaniyeke bi vî rengî di halê hazir de pir zehmet e.



Amerîka ne amade ye piştgiriya vê proseya xeniqandinê bike. Qeyser jî ji lîstina rola nobedarê kêmîneyan hez dike. Bêguman dîmena piştî guleya kurdî ya duyem di navbera Beşar Esed û Hesen Nasrullah de amade ye. Duet, peymana Celal Talebanî û Mesûd Barzanî li ser “winda nekirina derfeta dîrokî” ya rojekê ji rojan tînin bîra min. Ez dengê giriyê nexşeyan dibihîsim û ez bêhna rondikên Mîşel Efleq di gorna wî de dikim!



Sernivîserê Rojnameya El-Heyat E-Londonî, Xesan Şerbel

 

 

 

 

 

Sîpan

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌