ROJNAMEY XEBAT 2016-03-30
Bi amadebûna Serok Barzanî rêwresma derçûna Efserên Jinê Akademiya Serbaziya Zaxo birêveçû

Roja çarşem 30.03.2016 bi amadebûna birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê rêwresma derçûna 201 efserên jin li xula bîst û yekê Akademiya Serbaziya Zaxo birêveçû.

 

Li vê rêwresmê de ku bi amadebûna Konsol û Nûnerên welatên biyanî û hejmarekî zêdeyê ji berpirsên siyasî û serbazî û îdarî û cemaweriya bajarê Zaxo amade bûn, piştî bexşîna bawernameyê û sonda serbaziya efserên jin Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û balkişand li ser qurbanîdan û azayetiya Pêşmerge û ragihand: Navê Pêşmerge cihê şanaziyê ye li seranserê cîhanê û cîhan şanaziyê bi keç û kurên Pêşmerge ve dike.

 

Serokê Herêma Kurdistanê ji bilî pîrozbahîkirin û destxweşîkirina jinên efseran û mamosta û serpereştiyarên Akademiya Serbaziya Zaxo, balkişand li ser qurbanîdan û şoreşgêriya bajarê Zaxo û ragihand Zaxo hêjayî hemû cûre xizmeteke û landika berxwedanê ye.

 

Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de behsa şerê dijî Da'îş kir û got: "Li şerê dijî Da'îş da Pêşmergeyên keç û kur azayetiya xwe ji bo cîhanê selmandin û cihê şanaziyê ye navê Pêşmerge li seranserê cîhanê bûye navekî pîroz û hêma û sembola berxwedan û şikandina estureya Da'îş".

 

Serok Barzanî di derbarê erkên keç û kurên li bergirîkirina nîştîman tekez li wê yekê kir ku cûdahî li navbera Pêşmergeyên keç û kur da tûne û li şerê dijî Da'îş da selmandin, Kurdistan ji hemû tiştek bi nirxtir û şîrîntire.

 

Li dawiya gotara xwe de Serok Barzanî behsa salvegera şehîdkirina Pêşewa Qazî kir û got: "Ji Pêşewa re dibêjîn em li bin siha wê alaya ku we teslîmî Barzanî kiriye, îro serbilind û serfîrazîn".

 

Her li vê rêwresmê de Serok Barzanî xelatê bexşî efserên jinê yekem û duyem û sêyema vê xulê.

M.M.

 

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌