ROJNAMEY XEBAT 2016-03-08
Komela Rewşen Bedirxan li Efrînê ahengek organîze kir

Bi minasebeta 8ê Adarê komela Rewşen Bedirxan ahengek li Efrînê organîze kir.

Bi minasebeta roja cîhanî ya jinan, komel Rewşen Bedirxan ya jinê, li hola şow li navenda Efrînê, bi beşdarbuneke baş ji jinên sîyasetmedar û helbestvan, wêjevan, û hejmarek ji mevanên mêr, çalakîyek li darxist.

Di ahengê da nûnerên komeleyê û sazîyên jinan û hin partîyên sîyasî axifîn, herwiha hebestvanên jin helbestên xwe pêşkêş kirin, şagirtên Peymangeha Vîyan Amara jî şanoyek dîyarî jinan kirin.

Endama rêveberîya komelê Zefeet Hennen li ser çalakîyên wan tekez kir û got armanca komelê piştgirîya jinên ku dixwezin xwe bi pêşxînin, herwiha komkirina jinên rewşenbîr û weşandina berhemên wan.

 

 

 

Sîpan

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌