ROJNAMEY XEBAT 2015-04-05
Erdogan dê roja sêşemê serdana Îranê bike

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan wê Sêşema bê 7 Nîsanê serdana Tehranê bike û wê hevdîtinê ligel Serkirdeyên payebilind yên wî welatî bike, bi sedema aloziyên ku di navbera her du aliyan derketibûn piştî ku Tirkiyê piştgirtina Siûdiya Erebî di operasyona wê li dijî Şîaayên Yemenê.
Serdana Erdogan ji bo Tehranê berî niha di karnameya Serokatiya Tirkiyê debû, lê hinek ji endamên Parlementoya Îranê dixwestin vê serdanê red bikin bi sedema piştgirtina Tirkiyê bo Siûdiya Eebî di êrîşa wê li dijî Hûsiyan li Yemenê, hewiha ji ber ku Tirkiyê rexne li Îranê kirbûn ku ew dixwaze ezmûna xwe li navçeyê bikarbîne.
Biryar e ku Serokomarê Tirkiyê di vê serdanê de li gel şandek wezîrên Tirkiyê, her yek  ji Serokê Îranê “Hesen Rûhanî” û Raberê Bilindê Şoreşa Islamiya Îranê “Ayetulah Elî Xamineyî” kom bibe.
Bernameya serdana Serokomarê Tirkiyê li ser malpera fermî ya Serokatiya Komara Tirkiyê hatibû belavkirin û îro jî Ajansa Fermî ya Nûçeyan ya Îranî “Mîhir” ew bername belvkirbû.
Di belavoka serokatiya Tirkiyê de hatiye ku: “Ev serdan bi mebesta gotûbêjkirina peywendiyên di navbira her du aliyan de, herwiha gotûbêjkirina mijarên herêmî û navdewletî.”
 

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌