ROJNAMEY XEBAT 2015-04-01
Seîd Gabarî strana “Pêşmerge ne” dike klîp

Hunermendê kurd Seîd Gabarî helbesteke xwe bi navê (Pêşmergene) wê bike vîdiyo kilîp.
Rêveberê vî karê hunerî Îsa Mêrgesorî îro, 29ê Adarê, ji BasNews ragihand: “Ev berhema hunerî gotin û awazê Seîd bi xwene, wê li stoduya Xemgîn Qamişlo û bi hevkariya keç û xortên Rojavayê Kurdistanê di kampa Domîzde de bibe vîdyo kilîp”
Herwiha got jî: “Ev berhem wê bi alîkariya şirketa Korek Telecom be, ji derhênana şirketa (Hay Lêvil bo ragihandin û berhemên hunerî) be ku ev yekem kilîpa hunermend Seîde tevî ku bi sedan sitran û sirûdên netewî gotine.”
Seîd Gabarî tê nasîn bi hunermedê nabîn, ji ber bi her du çavîn xwe nabîne, wî bo heyamê çend salekî Pêşmergeyatî jî kiriye û li gor kesên pispor di warê mozîkê de, Seîd xwedî hestekî ciwan û nerme, herwiha têgiştiye di biwarê helbest û mozîkjeniyê de.

Sîpan

BasNews

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌