ROJNAMEY XEBAT 2015-02-17
Tolhildina Misrê li dijî DAIŞê berdewam dike

Ajans-KDP.info- Êrişên balafirên Misrê li dijî rêxistina DAIŞê li Lîbyayê berdewam dikin û vîdeoya bombebaranê jî hat belavkirin.


Hat raihandin balafirên Misrê careke din navendên DAIŞê li Lîbya bombebaran kirin û hejmarek çekdar kuştin û zirarên mezin gihandin wê rêxistinê. Herwiha li gorî çavkaniyên Lîbya, hinek balafirên lîbî jî di wan êrişan de beşdar bûne.


Li gorî vîdeoya belav bûye, li bajarê Derna, balafirên Misrê hejmarek navçeyên di bin destê DAIŞê de bombebaran dikin û çavkaniyeke artêşa wî welatî eşkere kiriye ku Misir bi balafirên ji cureya F-16 êrîşan pêk tîne.


Hat gotin ku ew êrişên Misrê bersiva kuştîna 21 mesihiyên misrî yên ji aliyê DAIŞê ve bû.


Rêxistina DAIŞê beriya 2 rojan vîdeoyek tê de 21 mesihiyên misrî dîl revandî serê wan jê dike li ser medya civakî weşandibû.

 

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌