ROJNAMEY XEBAT 2015-01-26
Zanstî Pzîşkî Xorhelatî Dûr Afretanî Kurdî Le Goşey Metbex Hênaye Der

Bêşk zanistî pzîşkî rabirdû ewende sersurhênerbuwe ke ta êstaş pzîşkan be sersurmanewey lêyî derwanin.

Le sînohe le bargay fîr'ewnekan ta pzîşkanî şareza le biwarî sruşt be gjugiya û berd û her ştêkî sruştî le xorhelatî dûr û nawerastewe.

Le kurdewarî xoşman be karhênanî gjugiya û berd wek derman le konewe bûnî hebuwe wek berdî çawezar û zerduwî û….coreha gjugiya ke wilatekeman pêyî dewlewende.

Emro ew zaniste le Koriyay Başûrewe geyştuwete Kurdistan û kompaniyaiyekî Turkî be kelkwergirtin le berdî iyeşîm û şêlanî bê beramber le xizmet hawwilatî Kurddaye.

Cemawerêkî zor le be karberanî ew zaniste afretanin û rojnamey xebat be pêwîstî zanî lew barewe berçawrûnî ziyatir bidate hawnîştmaniyan:Bîruray afretan be sedan afret rojane bo kelkwergirtin lew zaniste dêne ew sentere.

Komele afretêk ke ta maweyek lemewber teniya le goşey mal û metbex xoyan bo xizmetî mal û mindaliyan terxan kirdibû û be tewawetî xoyan le bîrkirdibû ta ew cêyey nexoşî tengî pê helçnîn ênca le bîriyan hatewe ke debêt bayex bexoyan biden û be werziş û şêlan tendrustî xoyan be dest bihêninewe.

Çendîn afret nexoşî drêjxayeniyan heye û salanêke heb û derman be kardehênin û heye jemê 10 ‮ta 15 heb dexwat,belam delên paş be karhênanî ew qerewêlane û karîgerî berdî yeşîm baştirbûn.

Nexoşiyekanî birbirey pişt û sewefan û înzîlaq komelêk afretî le cule xstbû û êsta bo pênc şeş mangêk debêt be berdewamî dên û zor dilxoşin be cule û royştinî xoyan be taybet dilxoşn beweye ew xizmetguzaryane bê berambere le halêkda çendîn kes pêştir bo 10 ta 15 car 'îlacî tebî'î komelêk pareyekiyan serfkirduwe.

Ewey belamewe seyrbû rêjey berzî afretanî beşdarbuwiye herçende sentereke bê ciyawazî regez xizmetguzarî pêşkeş dekat,belam afretan rêjeyekî ziyatiriyan lew kesane heye û cêyî dilxoşî bû ke emroke cemawerêkî zorî afret le hole werzişî û melewangekan û ewcore şuwênane debînrên.

Berdî yeşîm û şêwey bekarhênanî bo nasînî kompaniyay jade master berêweberî senter mehdî perwerş delêt‮:Ew senter lqe serekiyekey le Turkiyaiye û nzîkey 60 beşî le turkiyaiye heye û dû beş le Hewlêr heye û sal û nîuwêke lêre rojane ziyatir bo 500 kes xizmetguzarî pêşkeş dekirêt.

Ew yataxane zor taybetin û sê masacî kayroplaktîk,akapirosol û akapontol bo feqerat encam dedat û encamî zor başman bedesthênawe,çunke ew‮ ‬yataxane berdî yeşîmî têda bekarhatuwe ke le Koriyay Başûr dêt û be berdî şîfa nasrawe ke hatoçuî xuwên le demarekan xêra dekat.

Ew berde ke germ dekirêt eşe'ey (tht alhmra) jêre sûr ke heman tîşke ke le rojda heye derdedat û zor qazancî pzîşkî heye.

Zorbey kêşekanî ceste be hoy nexoşî feqerateweye be hoy ew demaraney ke rastewxo le feqeratewe be ceste û mêşk degen û ew berd û yataxe zor be başî ew kêşane çareser dekat.

Zor nexoşî peywestin bew demaraney feqerat bo uwêne nexoşî şekire înca depirsin çon?
Demarî e'sab le mêşkewe hatuwete pankiras le piştewey gede ke ew pankirase ensolîn drustdekat eger ew demare le feqerat zextî leser bêt qepat debêt û nexoşî şekere xoy derdexat,boye ew masace taybet niye bo nexoşanî feqerat û ewaney zext û şekireşiyan heye detwanin serdaniman biken herweha zor nexoşîtir wek qolon û gede û pest û….td.

Ême ta herkat hawlatî serdaniman bikat bê beramber amadey xizmetîn.

Demanhewêt hawlatî le qazancekanî ew yataxane têbigat û pêyî denasênîn û eger îstîfadey kird ênca pêyîan defroşîn wate ew xizmetguzarî bêberambere karêkî xêrxwazî û rêklamiye bo kirînî ew yetaxane.

Ewaney twanaşiyan niye ême be berdewamî le xizmetiyan dayn û detwanin bên û le amêrekanî ême kelwergirn.

Berdî yeşîm çiye?
Ew berdane le konewe bûniyan heye û karîgeriyekanî rûne.

Mawey bîst salî le hemû cîhan heye û şanze sale le wilatî Turkiya sûdî lêdebînin û kompaniyaî jademaster le hemû cîhan bûnî heye û çalake û 49 hemîn wilat ke ew kompaniyaiye xizmetguzarî hênawe kurdistane.

Be hîuwayn beşekaniman ziyad bikeyn û bîbeyne parîzgakanî tirîş le Herêmî Kurdistan.

Ew berde le wilatî Koriyay Başûrewe û le qulayî jêrzewî derdehênrêt û ême wek kompaniyay jademaster lew yataxane û le desbendî taybet ke le destî deken û bo hemîşe pêyîan debêt kelkî lêwerdegirîn.

Dekirêt ew berdane bixirêne aw û bo nexoşî gede û pêst û pirç û qolon û….td be karbên û berdêkî êgcar sûdibexşe.
Raport/Jîla Kerîmî

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌