ROJNAMEY XEBAT 2015-01-20
Obama Belênî Dawe Emrîka Rastewxo Pêşmerge Pirçek Bikat


Mêdiyakanî cîhan aşkirayan kirduwe ke, serokî wilayete yekgirtuwekanî Emrîka, (Barak Obama) biriyarîdawe rastewxo wilatekey Pêşmerge pirçekbikat û ;bo ew mebesteyş amadeye tewawî hemahengî le gel komariyekan û dîmukiratiyekanî kongirês bikat.

Tadê pirsî pirçekkirdinî Pêşmerge le layen Emrîka le nêw Kongirêsî Emrîka û ew wilate da piştîwanî ziyatirî debê, be şêweyek ke Kongirêsmanekanî komarî û dîmukiratî pêwest be pirçekkirdinî Pêşmerge hawran.

Le nêw mêdiyakanî cîhan da gelî miştûmir le babet empirsewe hen, belam giştiyan be arastey ewen ke Emrîka dwa car biriyarî pirçekkirdinî Pêşmerge dedat.

Ajansî Royterz nûsîwiyetî ke, serokî wilayete yekgirtuwekanî Emrîka (Barak Obama) belênî dawe ke le gel komarî û dîmukiratiyekan hemahengî tewaw bikat bo ewey Pêşmerge pirçek bikirêt, herwa kenalî asmanî 24 news basî kirduwe ke, serokî wilayete yekgirtuwekanî Emrîka belênî pirçekkirdinî pêşmergey dawe.

Herwa ajansekanî dîkey Emrîkaş ew babeteyan wirjanduwe ke, (Obama) belênî dawe rastewxo çek be Pêşmerge bidrêt û Hêzekanî Pêşmerge pirçek bikirên.

KDP.imfo

ka

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌