ROJNAMEY XEBAT 2015-01-05
Pêrlo Pîrnebuwe


Estêrey Yovntos û Helbijardey Îtaliya Endriya Pêrlo aşkiray kird takû temenî 37 Salî le Yovî demînêtewe, paşan bîr lewe dekatewe waz bênêt, yan le şuwênîkî dîke le ser yarîkirdin berdewam bêt.

Pêrlo lem bareyewe utî:Demewê taku dû werzî dîke le Yovî bimênimewe paşan bizanim çî rû dedat, her weha utî:Zor hezm le Emrîkaye boye dûr niye duway tewaw bûnî girêbestekem le gel xanime pîreke bçme xulî Emrîka û lewê yarî bikem.

Endriya Pêrlo êsta temenî 35 salane û girêbestekey le gel Yovntos le hawînî 2016 tewaw debêt û le salî 2011 le mîlanewe peywendî be Yovî kirduwe, pêrlo yekê le yarîzane giringekanî pirojekey Entonyo kontî rahêner bû, ke twanî yaney Yovntos be destkewtekan şad bikatewe û sê werz le duway yek xulî Îtaliyay bo be dest bênêt, belam duway wazhênanî kontî û hatinî elîgirî, guman le ayndey Pêrlo dekirê, le ber ewey pêştir le Mîlan rahênerî Pêrlo buwe û ew destberdarî buwe, belam elîgirî dûpatî kirdewe, hîç kêşeyekî le gel Pêrlo niye û ew be beşêkî serekî ew werzî yaneke dadenêt.

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌