ROJNAMEY XEBAT 2014-10-31
Klasîkoy Xulî Îngilîzî Be Yeksan Bûn Tewaw Bû

Lew katey Yaney Çêlsî nzîk bû buwiyewe le serkewtin û be desthênanî sê xalî yariyeke, Kuranî Van Gal twanyan le kota satî yariyeke da encameke yeksan bikenewe.

Le heftey noyemî xulî nayabî Îngltera û le nêw Yarîgay Old Tiraford, herdû yaney Manşister Yunaytêd û Çêlsî rû be ruwî yektir bûnewe, paş encamdanî çend hêrşêk le layen herdûlawe, gêmî yekem bebê gol û be yeksan bûn be kotahat.

Le gêmî duwemî yariyeke arastey top le berjewendî şîn poşekanî lenden bû, lew katey twanîan le rêgey Dîdiye Drogbawe le xulekî 53 golî yekem tomar biken, belam Van Galî rahênerî şeytane surekan çend gorankariyekî encamdaw hêrşekaniyan bo ser torî golî Kortwa Çirtir kirdewe ta geyştin be wey encameke yeksan bikenewe le xulekî 94î yariyeke da le rêgey Robin Van Pêrsî yewe, bemeş xalêkî giringî le Spêşel wen û kurekanî send û yariyeke be golêk bo herdûla be kotahat.

Bem encame Yaney Çêlsî be kokirdinewey 23 xal û be ciyawazî çwar xal le yaney saws hamptonewe pley yekemîan dagîrkirduwe, Manşisterîş be kokirdinewey 13 xal le pley heştemî xuleke dêt.

end gorankariyek

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌